Ji Mezlûm Ebdî spasî bo Mesrûr Barzanî

Xezne Hac Hisên (86) dayika Mezlûm Ebdî ye. 19yê Rêbendanê li Kobaniyê di mala xwe de wefat kir. Sedema wefatê krîza dil bû.
Wêne: Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî
Wêne: Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (Kurdistan24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi wefata dayika Mezlûm Ebdî (Mezlûm Kobanîpeyama serxweşiyê weşandibû. Mezlûm Ebdî jî îro spasî li Mesrûr Barzanî kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha dibêje:

"Birayê hêja birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî;

Em gelek spasiyê dikin ji bo hevxemî, serxweşî û hestên we yên dilsozane yên beranber wefata dayika min. Em ji we re temenekî dirêj dixwazin. Ji xwedayê mezin dixwazin ku xêrê bike para we û dilê we bi şîna hezkiriyên we neêşîne.

Em hêvîdarin ku di rojên pêş de ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re bixebitin."

Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk
22wê Rêbendana 2021ê

Xezne Hac Hisên (86) dayika Mezlûm Ebdî ye. 19yê Rêbendanê li Kobaniyê di mala xwe de wefat kir. Sedema wefatê krîza dil bû.