Ji Mesrûr Barzanî bo Mezlûm Ebdî peyama sersaxiyê
Hewlêr (Kurdistan24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi wefata dayika Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî peyama sersaxiyê weşand.
Peyama sersaxiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Ji Bo Birêz Mezlûm Ebdî.
Mixabin me nûçeya wefata dayîka we ya rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyanê wê bi biheştê şad bike, aramî û dilnewayiyê bide malbat we ya rêzdar."
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Xezne Hac Hisên (86) dayika Mezlûm Ebdî (Mezlum Kobanî) ye. Îro li Kobaniyê di mala xwe de wefat kir. Sedema wefatê krîza dil e.