Iraq 100 milyon dolar ji bo kirîna vaksîna Koronayê terxan dike

Hikûmeta Iraqê biryar da, 100 milyon dolar ji bo kirîna vaksîna Koronayê (Covid-19) terxan bike.
Vaksîn
Vaksîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Iraqê biryar da, 100 milyon dolar ji bo kirîna vaksîna Koronayê (Covid-19) terxan bike. Parlamenterekî Iraqê jî eşkere kir ku meha bê, milyonek û 600 hezar derziyên Pfizer dê bigihin Iraqê.

Encûmena Wezîran a Iraqê duh bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya û behsa rewşa ewlehî, aborî û tendirustiyê hat kirin û çend biryar hatin dayîn û yek ji wan biryaran, terxankirina 100 milyon dolar e ji bo kirîna vaksîna Koronayê.

Berî niha Endamê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê Hesen Xelatî ragihandibû; di dawiya meha bê de, milyonek û 600 hezar derziyên Pfizer dê bigihin Iraqê.

Li gor raporta Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, heta niha 615 hezar û 380 kes li Iraqê bi Koronayê ketine, ji wan 13 hezar û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.