Ciwanekî kurd di Kickboxing de yekemê Sûriyê ye

Ehmed Remezan ê ji bajarê Qamişlo, di Kickboxing de pileya yekemîn ser asta Sûriyê tomar kir
kurdistan24.net

Qamşilo (K24) – Ehmed Remezan ciwanek ji Rojavayê Kurdistanê ye, di lîstika kîkboksîng de pileya yekemîn ser asta Sûriyê tomar kir. Ehmed dibêje ku li Sûriyê guhdan bi lîstikên tekane tune ye.

Ehmed Remezan ê ji bajarê Qamişlo berê xwe da Şama paytext karî ku pileya yekemîn di Qehremaniya Kîkboksîngê de bistîne. Ehmed dibêje ku ji biçûkaniya xwe ve ji sporên tekane hez dike, lê gelek qehremanî li Rojava çênabin ji ber wê gelek caran ew dûrî lîstikên nûjen in û hewcedarî rahênanê ne.

Ehmed dibêje, ya sereke piştgiriya malbata wî jê re ye û ew sedema serkeftina wî ye, lê beşdariya wî di qehremaniyan de pir zehmet e, ji ber ku rê dirêj e û piştgiriya Ehmed nayê kirin, ev e 4 sal in ku Ehmed pileya yekemîn ser asta Sûriyê bi dest dixe.

Ehmed wekî gelek ji ciwanên kurd e ku serkeftinên wan wendayî ne, lê di salên dawî de ciwanên kurd karîn ser asta Sûriyê gelek serkeftinan tomar bikin, çi di fotbolê de be yan jî lîstikên tekane de be.