Mûsil: Li avahiyeke wêranbûyî hestiyên mirovan derketin

Hê jî termên mirovan ji bin avahiyên wêranbûyî yên Mûsilê derdikevin.
Wêneya rakirina rufatekê
Wêneya rakirina rufatekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî çar sal di ser gotinên Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî re derbas bûn, ku di 10ê Tîrmeha 2017an de gotibû: “Mûsil ji destê çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin”. Lê belê hê jî termên mirovan ji bin avahiyên wêranbûyî derdikevin.

Rêxistina Mosul Eye (Çavê Mûsilê) berî çar rojan li ser Facebookê vîdyoyek belav kir, ku tê de paşmayiyên laş û serê mirovan ên li nav avahiya wêranbûyî ya Mûsilê derketine, têne dîtin.

Rêxistinê li ser vîdeoyê nivîsandiye: “Em gelek dudil bûn li ser belavkirina vê vîdyoyê… Lê em nikarin vê rastiyê veşêrin, ku li deverên Qelêan, Meydan û Şehwan hê jî hestiyên mirovan hene, ku hê jî nehatine rakirin.”

Kanala esmanî ya Mûsilê duh raportek li ser rakirina terman belav kir. Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Berevaniya Sivîl Se'd Husên di raportê de dibêje: “Piştî belavbûna hebûna termên nenas, ku hinek ji wan yên çekdarên terorîst ên DAIŞê bûn, Tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê gihişte wê deverê û hejmarek hestî dîtin, tevî wan hestiyan, hinek belge û paşmayiyên şerê li devera Mûsila Kevn, bi taybetî li devera Şêx Şet.”

Berî niha Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Neynewa ragihandibû ku li wê deverê ti rufatên mirovan nemane û bi temamî hatiye paqijkirin, lê piştî dest bi rakirina avahiyên wêranbûyî kirin, da ku avahiyên nû werin avakirin, rufat û hestiyên mirovan derketin.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê, piştî azadkirina Mûsilê, Rêveberiya Berevaniya Sivîl, 2700 rufat rakirine, ku ji wan zêdetirî 2500 rufat, yên xelkê sivîl bûn.