Erbakan û Uysal derbarê pirsa Kurd de bersiv dan pirsa K24ê

Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal serdana Serokê Partiya Refaha Jinûve Fatih Erbakan kir.
Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal û Serokê Partiya Refaha Jinûve Fatih Erbakan
Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal û Serokê Partiya Refaha Jinûve Fatih Erbakan

Enqere (K24) – Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal serdana Serokê Partiya Refaha Jinûve Fatih Erbakan kir.

Gultekin Uysal û Fatih Erbakan piştî civîneke bi dirêjahiya demjimêrekê, konferanseke hevbeş a çapameniyê li dar xistin.

Serokê Partiya Refaha Jinûve Fatih Erbakan di koferansa çapemeniyê de bersiv da pirsa peyamnêrê K24ê, ya derbarê çareseriya pirsa Kurd de û got, li bajarên Kurd mekanîzmayên dewletê ku cudahî dike hêj dewam dike û divê hiqûq û edalet bê cîbicihkirin.

Fatih Erbakan got: “Tirkiye di nav 128 welatên cîhanê de, di mijara edalet û hiqûqê de, di rêza 107an da cih digre. Em wek Mîllî Goruşê dibêjin divê li herêma Rojhilatê hemleyên madî û manewî yên geşepêdanê bê kirin. Divê bêkarî, xizanî û newekheviya dahatûya netewî ji holê bê rakirin. Divê mekanizmaya dewletê ku cudahî dike bê bidawîkirin û divê hiqûq û edalet bê cîbicihkirin.”

Di konferansa çapemeniyê de Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal jî li ser pirsa peyamnêrê K24ê got; li Tirkiyê mijara sereke pirsgirêka demokrasî û edaletê ye û pêdivî bi sazûmanekê ku demokrasî û hiqûqê cîbicî bike heye.

Gultekîn Uysal eşkere kir: “Em pirsgirêkên li welêt dabeş nakin. Lewra pirsgirêk û kêşeyên civakî û siyasî yên hemû alî û layenan hene. Mesele pirsgirêka demokrasî û edaletê ye. Em pirsa Kurd di çarçoveya pirsa demokrasiyê de dinirxînin. Pêdivî bi sazûmanekê ku demokrasî û hiqûqê cîbicî bike heye.”