Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 5 welatiyên gundê Kefirsefrê revandin.
Gundê Kefirsefrê yê Efrînê
Gundê Kefirsefrê yê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 5 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên grûpa Semerqend bi ser gundê Kefirseferê yê li navçeya Cindirêsê de girtin û 5 welatiyên kurd revandin.

Kesên hatine revandin navên wan wiha ne: Hesen Husên Has, Murad Sîdo Xilo, Ebdik Mihemed Mecîd, Mihemed Xelîl Murad û Ehmed Husên Mamed.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di meha Adara 2018an de û li gor amarên çalakvanan, heta niha nêzîkî 7 hezar kes li Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, yek ji armancên revandina welatiyan têkdana rewşa ewlehiyê ew e, xelkê Efrînê neçar bibin dest ji xwe berdin û koçber bibin û grûpêna çekdaran koçberên ereb li şûna wan bi cih bikin û prseya guhartina demografî bibin serî.