Parlamentoya Ewropayê: Êrîşa li ser Hewlêrê ji bo aramiya navçeyê gef e

Berpirsê Karbirêker ê Şanda Parlamentoya Ewropayê ya ji bo Pêwendiya ligel Iraqê Domenec Ruiz Devesa êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Karbirêker ê Şanda Parlamentoya Ewropayê ya ji bo Pêwendiya ligel Iraqê Domenec Ruiz Devesa êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir.

Domenec Ruiz Devesa di daxuyaniyekê de ragihand, ev cure êrîş, gefek li ser aramiya Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyê ye.

Wî endamê Parlamentoya Ewropayê dilgiraniya xwe li hember alozîyên di navbera hêzên Amerîka û hevpêymanên wê û grûpên serhildêr yên li Iraqê de hene nîşan da.

Herwiha daxwaza hevahengiyê di navbera desthilatên federalî û herêmî de kir, da ku tawankar bigihin cezayên xwe. Piştevaniya xwe jî ji bo hevkariya Iraqê di şerê li dijî terorê û taîfgeriyê de tekez kir.

Domenec Ruiz Devesa destnîşan kir, welatên Ewropa û Amerîka pêştir bi tundî ev êrîş şermezar kirin û ew bi metirsiyeke cidî bi nav kirin.