Berdevkê Partiya Pêşerojê: Mafê hilbijartinê yê Kurdan tê binpêkirin

Berdevkê Partiya Pêşerojê (Partiya Gelecekê) Serkan Ozcan, di civîna rojnamegeriyê ya partiya xwe de, li ser nîqaşên girtina HDPê û rakirina parêzbendiyên hejmarek parlamenterên wê axivî.
Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan
Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan

Enqere (K24) - Berdevkê Partiya Pêşerojê (Partiya Gelecekê) Serkan Ozcan, di civîna rojnamegeriyê ya partiya xwe de, li ser nîqaşên girtina HDPê û rakirina parêzbendiyên hejmarek parlamenterên wê axivî û hikûmeta Ak Partiyê rexne kir. Ozcan got,; “Li herêma Kurdan bi awayekê defacto demokrasî hatiye eliqandin. Di ser de jî hikûmet dixwaze nûnerên Kurdan yên li parlamentoya Tirkiyê derdest bike.”

Berdevkê Partiya Gelecekê Serkan Ozcan, li navenda giştî ya partiya xwe bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojevê de daxuyanî da. Ozcan, li ser sepandina qeyûman, nîqaşên girtina HDPê û rakirina parêzbendiyên hejmarek parlamenterên HDPê axivî û hikûmeta Ak Partiyê bi kiryariyên antidemokratîk sûcdar kir.

Ozcan got, li herêma Kurdan bi awayekî defacto demokrasî hatiye eliqandin û da zanîn ku di ser de jî hikûmet dixwaze nûnerên Kurdan yên li parlamentoya Tirkiye derdest bike.

Berdevkê Partiya Gelecekê Serkan Ozcan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Em tim dibêjin, îro mafê bijartin û hilbijartinê yên bi mîlyonan welatiyên me yên Kurd ji destê wan hatiye standin. Li herêma Rojhilatê Anatolyayê bi fiîlî demokrasî hatiye eliqandin. Divê qey tabloya heyî ne xirab e, îja radibin hewl didin ku mafê welatiyên Kurd yên hilbijartina parlamenteran û temsîlkirina li parlamentoya Tirkiye jî ji destê wan bistînin. Kî van aqilan dide gelo?”

Herwiha diyar kir: “Tirkiye li ser asta cîhanê di endeksa Mafên Mirovan de di rêza 107an de ye. Îja radibin dibêjin em ê Plana Mafên Mirovan cîbicih bikin. Heta cudahiya hêzan neyê parastin nemimkun e ev plan bê sepandin. Niha dixwazin bes yasaya hilbijartinê li gorî xwe biguherînin. Divê Tirkiye ji sîstema Hikûmeta Serokkomariyê xilas bibe.”