Babacan bo AK Partiyê: We zimanê Kurdî car din kire zimanekî nenaskirî

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan rexne li partiya desthilat a Tirkiyê girt.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ji partiya desthilat AK Partiyê re got: “Ji ber ku we pirsa Kurd dîsa vejandiye û we ji nû ve Kurdî kiriye zimanekî nenaskirî, lêborîna xwe bixwazin.”

Serokê DEVAyê Alî Babacan beşdarî 1emîn Kongreya Asayî ya Partiya DEVA ya Parêzgeha Colemêrgê bû.

Alî Babacan derbarê pirsa Kurd de li helwesta hikûmetê bertek nîşan da û got ”Ji gelê me lêborînê bixwazin yên ku we mafê dengdanê û hilbijartinê ji wan standiye. Ji ber ku we pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye, lêborîna xwe bixwazin. Ji kesên ku we bi biryarnameya di hikmê qanûnê de ew ji kar dûrxistine û tevî biryara darazê we ew venegerandiye ser karên wan, lêborînê bixwazin.”

Babacan derbarê hiqûq, aborî û bêkariyê de rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan girt û got “Hiqûq: Erdogan bi îstîqrar Destûrê binpê dike. Biryarên bi talîmatên birin û anînê tê wergirtin, bêhiqûqiyê bi îstîqrar zêde dike. Asta Refahê: Di hejarbûnê de bi îstîqrar heye. Xebitandin: Bêkarî bi îstîqrar zêde dibe. Li Tirkiyê bêkarî tu carî ewqas zêde nebûye. Enflasyon: bihabûna tiştan bi îstîqrar zêde dibe. Di bin vê tabloyê de tenê îmzeya yek kesî heye. Birêz Erdogan ev berhema te ye. Tu pê şanaz î?”

Serokê DEVAyê Babacan danîna qeyûman jî rexne kir û got: “Ev welatek e ku şaredarên bijarte têne daxistin û yên ku li şûna wan yên ku hatine tayînkirin têne rûniştandin. Ji vê re demokrasî tê gotin? Wê gavê hûn çima hilbijartinan dikin? Xelk çima diçe ser sindoqan? Li welatekî wisa ewlehî û îstîqrar çêdibe? Hilbijêr dê hêzê bide yên hilbijartî. Îradeya gel di bin piyan de ye. Desthilat hemû şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistiye, bi bêhiqûqî bi dest dixe teslîmî qeyûman dike. Polîtîkaya desthilatê wisa bûye ku şaredariyên bi hilbijartinê bidest nexistiye, bi rêyên din bi dest bixe.”

Babacan dibêje: “Eger bixwaze hinek tiştan rast bike, bila ji miletê lêborînê bixwazin û  dest pê bikin. Ji gelê me lêborînê bixwazin yên ku we mafê dengdanê û hilbijartinê ji wan standiye. Ji ber ku we ji nû ve Kurdî kiriye zimanekî nenaskirî, vî miletî li nîvê rê hişt û pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye, lêborîna xwe bixwazin.”