Berdevka HDPê: Dadgeha Bilind siyaseta tolhildanê ya dijî HDPê deşîfre kir

Li Tirkiyê Dadgeha Bilind doznameya derbarê girtina HDPê de hatiye amadekirin bi şûnde vegerand.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay

Enqere (K24) - Li Tirkiyê Dadgeha Bilind doznameya derbarê girtina HDPê de hatiye amadekirin bi sedema ku kêmasî hene û li gorî rê û rêbazan nehatiye amadekirin ji bo Serdozgeriya Komarî ya ku ev dozname amadekiriye bi şûnde vegerand.

Piştî biryara vegerandina dozê, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û got Dadgeha Bilind siyaseta tolhildanê ya dijî partiya wan tê meşandin derxistiye holê û lazim ev doz ji bo ku careke din neyê rojevê bi temamî bê girtin.

Ebru Gunay diyar kir: “Helbet ev biryara Dadgeha bilind siyaseta tolhildanê ya deshilatê ku dijî partiya me dimeşîne derxistiye holê. Bi vê biryara xwe dadgeha bilind qe nebe nebûye beşeke vê lîstoka dijî hiqûq û siyaseta demokratîk.”

Gunay destnîşan kir: “Ev doznameya ku hatiye amadekirin, ne hiqûqî ye sîyasî ye. Ji ber ku HDP tevî hemû zext û qirkirinên siyasî li ser piya maye û hemû polîtîkayên taybet yên şer vala derxistiye ev doz hatiye vekirin. Helbet em biryara Dadgeha Bilind girîng dibînin. Lê belê tenê bi şûnde vegerandina doznameyê têrê nake, ev doz ji bo ku careke din neyê vekirin, divê bi temamî bê girtin. Em bangî hemû gelên Tirkiyê dikin êdî mijar ne tenê HDP e ye, Demokrasî û dehatûya gelên Tirkiyê ye.”