Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê: Ji bilî Tirkî ti zimanekî din nayê fêrkirin

"Ji bilî zimanê Tirkî ti zimanekî din weke zimanê fermî yê perwerdehiyê ji bo hemwelatiyên Tirkiyê nayê dayîn"
Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk
Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk pêşniyazpirsa parlementerê HDPê ya derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî û parastina vî mafî de  bersivand û got li Tirkiyê ji bilî zimanê Tirkî ti zimanekî din weke zimanê fermî yê perwerdehiyê ji bo hemwelatiyên Tirkiyê nayê dayîn.

Li parlementoya Tirkiyê, Parlamenterê HDPê yê bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Siddik Taş ji bo ku balê bikşîne ser perwerdehiya zimanê zikmakî bi pêşniyazpirsekê du pirs ji Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê kir.

Siddik Taş pirsên weke “Di bin banê Wezareta Perwerdehiyê de gelo ti karûbar ji bo dabînkirina mafê perwerdehiya zimanê zikmakî heye yan na û dê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bi awayekî hiqûqî bê parastin yan na” arasteyî wezaretê kirin.

Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk jî weke bersiva van pirsa ragihand ku “Li Tirkiyê ji bilî zimanê Tirkî ti zimanekî din li dibistana ji bo hemwelatiyên Tirk weke zimanê wan ê zikmakî perwerdehî nayê dayîn û bi zimanekî din fêrbûn nayê kirin”.