Koçerên Colemêrgê berê xwe didin zozanan

Koçer ji bo çêrandina keriyên xwe di demsala Buharê de carina bi rojan, carina bi hefteyan ber bi zozanan ve koç dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Koçer û keriyên xwe dest bi koça zozanan kirine. Koçer ji bo çêrandina keriyên xwe di demsala Buharê de carina bi rojan, carina bi hefteyan ber bi zozanan ve koç dikin û heta payîzê ku hewa sar dibe jî vedigerin. Koçerên li Colemêrgê jî bi tevî keriyên xwe yên bi sedan serî dest bi koçê kirine.

Mehên Buharê ku hewa germ dibe û çêre zêde dibin, ji bo ajalan û ajalvanan jî derfet e. Li gel zor û zehmetiyên xwe koçeriya zozanan li Kudistanê wek kevneşopiyeke qedîm e. Li Colemêrgê jî koçeran dest bi koçe zozanan kir.

Mehmet Çîftçî jî bi çanda koçerî xwe nas kiriye ku hêj jî berdewam dike û tîne ziman ku ew her Buhar dikevin lêgerînên zozanan û îsal jî dê 40 roj li zozanên Çelê ku kirê kirine bimînin.

Koçer Mehmet Çîftçî ji K24ê re got: “Her sal Buharê em li ciyê zozanan digerin da ku keriyên xwe lê biçêrin. Îsal jî me heta peyda kir gelek zehmetî kişand. Lê mala wan avabe vî zozana dane me. Înşelah baş be. Wekî din çi tiştekî me tune ye, her sal em wiha dikin. Tên zozanan 40 roj, mehekî dimînin û beriya vegerin ser malan jî diçin zozanên xwe.”

Gundiyên li Gundê Erdanişê ya ser bi Colemêrgê ji bo xwe bigihînin zozanan 4 roj rêwîtiyeke bi zehemtî dikin û da ku xwe digihînin zozanên nêzîkî Dizê ya ser bi Çelê ya navçeya Colemêrgê.

Hesen Dûman û Mahmût Yilmaz jî 2 Koçerên din in ku pêkve diçin zozanan û balê dikşînin ku li gel zehmetiyên xwe xweşiyên karê wan jî hene.

Koçer Hesen Dûman dibêje: “Em 4-5 roj e di rê da ne û her 5 deqîqe carekî seyrareyekî derbas dibe. Pez geh li vî alî rê diçe xwarê, geh li wî alî rê. Em jî pê re heyrî dimînin. Em habîre xweyê didin pez.”

Koçer Mahmût Yılmaz diyar dike: “Ev der ciyekî gelek xweş e ku xwediyê wê daye me. Em jê gelek razî ne xwe jî jê razî be û înşelah bo dê baş be. Emê jî rêya xwe bidomînin heta bigihine ciyên xwe. Pêwist e, dewlet jî bo me karhêsaniyan bike û astengiyan peyda neke.”

Koça koçeran bi taybet piştî meha Adarê dest pê dike û piştî li zozanên cuda di navbera mehekî û 3 mehan de dimînin payîzan ku hewa sar dibe jî vedigerin ser malên xwe yên gund.