9 dêrên Mêrdînê ketin Lîsta Mîratên Kulturî yên Cîhanî ya UNESCOyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mêrdînê 9 dêrên kevin ketin Lîsta Mîratên Kulturî yên Cîhanî ya UNESCOyê.
Li navçeya Mîdyada Mêrdînê ku wek Tûrabîdîn tê naskirin, 9 dêrên Suryanî û Keldaniyan ku 1000-1500 sal berê hatine avakirin, dikevin Lîsteya UNESCO ya parastina şûnwaran.
Hin ji neh dêrên kevnarên di Lîsteya Demkî ya UNESCOyê de cih girtine ev in: Dêra Mor Sobo, Dêra Dayika Meryem, Dêra Mor Gabrîel û Dêramezin Deyrul Zafaran.