Barcelona û Atletico derfeteke zêrîn da Real Madrid

Di lûtkeya Barcelona û Atletico Madrid a di gera 35. a La Liga de li stadyuma Camp Nou, wekheviya 0 – 0 xwe ferz kir.
AFP Josep LAGO
AFP Josep LAGO

Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Barcelona û Atletico Madrid a duhî di gera 35. a La Liga de li stadyuma Camp Nou, wekheviya 0 – 0 xwe ferz kir.

Tevî ku gelek derfet ji her du tîman re çêbûn, lê yarîzanan nekarîn sûde ji derfetan bidîtina û golek tomar bikirina.

Bi vê wekheviyê, Atletico Madrid di rêza yekem bi 77 pûanan ma, Barcelona bi 75 pûnan derket rêza duyemîn.

Herwiha bi vê encamê jî derfet ji Real Madrîd (74 pûnan) re çêdibe, eger îro pêş Sevilla bi ser bikeve, dê pûnanên xwe zêde bike û bi 77 pûnanan û bibe yekema La Ligayê.