Îran: Ewê beşdarî di kuştina Suleymanî de kiribe, dê berpirsyariyê hilgire ser xwe

“Her kesê bi awayekî rasterast yan ne rasterast beşdarî di kuştina Qasim Suleymanî de kiribe, dê berpirsiyariya xwe ya yasayî û cezakirinê hilgirin ser xwe”

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ewê bi awayekî rasterast yan ne rasterast beşdarî di kuştina Qasim Suleymanî de kiribe, dê berpirsiyariya xwe ya yasayî û cezakirinê hilgire ser xwe û lêkolîn jî di wê bûyerê de berdewam e.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê belav kir, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di konferansa rojnamevanî ya heftane de behsa naveroka raporta Yahoonews a Amerîkî ya derbarê beşdariya Dije-Terora YNKê CTG di kuştina Fermandarê Supaya Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî de kir û ragihand, her kesê bi awayekî rasterast yan ne rasterast beşdarî di kuştina Qasim Suleymanî de kiribe, dê berpirsiyariya xwe ya yasayî û cezakirinê hilgire ser xwe.

Xetîbzade tekez kir, lêkolîn di dosya kuştina Qasim Suleymanî de ji aliyê desthilatên dadwerî û rêxistinên navdewletî ve berdewam in. Di warê siyasî, yasayî û ewlehiyê de jî ew ligel aliyên Iraqî di guftûgokirinê de be.

Malpera Yahoonews a Amerîkî, derbarê kuştina Qasim Suleymanî de di raportekê de belav kir, Qasim Suleymanî roja 3ê Çileya 2020ê li nêzîk firokexaneya Bexdayê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Amerîkî ve hat kuştin û diyar kir ku rola Dije-Terora YNKê di bûyerê de hebû ku çend kesan hevkarî bi tîmên Delta yên Amerîkî re kirin.