Li Tirkiyê heyama nû ya asayîbûnê dest pê kir

Enqere (K24)- Li tevahîya Tirkiye û bakurê Kurdistanê qedexeya giştî ya derketina derve sibê bidawî dibe û heyama nû ya qonaxbiqonaxî dest pê dike. Heyama nû wê di navbera 17ê Gulan û 1ê Hezîranê da be.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, ji 81 walîtiyan ra giştînameya bi sernavê "Tevdîrên Asayîbûnê ya Qonaxbiqonaxî" şand.

Li gor giştînameya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, ji 17ê Gulanê roja duşemê ji saet 05.00î heta 1ê Hezîranê roja sêşemê saet 05.00î tevdîrên heyama asayîbûna gav bi gav wê were cîbicihkirin.

Di heyama rewşa asayî ya ku wê qonax bi qonax dewam bike da, di nav hefteyê navbera saet 21.00-05.00î da, di dawiya hefteyê da jî, ji roja înê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.  Her wiha wê li sazî û sazûmaniyên fermî usûla xebata bi dorê wê dewam bike, saetên xebatê wê di navbera 10.00-16.00î da be.

Her wiha ji welatiyên temenê wan ser 65 û jortirî 65an be û her du doz vaksîn bûbin û ji bo kesên ku ji 18 salan piçûktir in, sînordarkirina derketina derva wê tunebe.

Di heyama normalîzebûna gavbigav da roj û dema ku sînordarkirina derketina derva tunebe çûnûhatina navbera bajaran wê serbest be.

Di heyama normalîzebûna gavbigav da cihên xwarin û vexwarinê nava hefteyê wê di navbera 07.00-20.00î da “were-hilde” û serwîsa paketê, di navbera 20.00-24.00î da jî tenê wê weke serwîsa paketê xizmetê bidin.

Di navbera 17ê Gulanê û 1ê Hezîranê da qehwexane, çayxane, salonên sînameyê, kafeyên înternetê, hewzên avjeniyê û salonên werzîşê wê girtî bin.

Di heyama normalîzebûna gavbigav da navendên danûstandinê wê nava hefteyê di navbera 10.00-20.00î da vekirî bin, dawiya hefteyê girtî bin.

Di sektora perakende û xizmetê da dikanên tuhafiye, zuccaciye û xirdawatê wê nava hefteyê di navbera saetên 07.00-20.00î da vekirî bin

Her wiha di heyama nû da cihên bazarê wê nava hefteyê di navbera 07.00-19.00î da vekirî bin, dawiya hefteyê wê bazar ava nebe.