Di bernameya partiya Muharrem Înce de cihê Pirsa Kurd

Namzedê serokkomariyê yê CHPê Muharrem Înce ku ji partiya xwe îstîfa kiribû, bi fermî partiya xwe ya bi navê “Partiya Memleket” damezrand.
Partiya Memleket hat damezrandin
Partiya Memleket hat damezrandin

Enqere (K24) - Namzedê serokkomariyê yê CHPê Muharrem Înce ku ji partiya xwe îstîfa kiribû, bi fermî partiya xwe ya bi navê “Partiya Memleket”  damezrand. Di bernameya 195 rûpelî de carekê tenê peyva Kurd derbas dibe û wek “Pirsa Kurd” cih digre.

Muharrem Înce ku di hilbijartinên 2018an da bûbû namzedê serokkomariyê yê CHPê û dûra ji CHPê îstifa kiribû û di Îlona sala 2020an da tevgera bi navê “Hereketa Memleket” damezrandibû, niha jî bi fermî partiya xwe ya bi navê “Partiya Memleket” yanê Partiya Welat damezrand.

Duh (17.05.2021) Muharrem Înce li gel rêveberên partiya xwe, daxwaznameya serlêdana partiyê dan Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê û partiya bi navê “Partiya Memleket” bi fermî hat damezrandin. 82 kes di lîsteya sereke a damezrîneran da cih girtin. Bi avakirina Partiya Memleketê li Tirkiyê hejmara partiyên siyasî bûn 110.

Rêveberiya Navendî diyar bû

Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya nû jî diyar bû. Di nav rêveberiya partiyê de piranî siyasetmedarên CHP’yî cih digrin. Muharrem Ince bi temamê dengên damezrîneran bû Serokê Giştî yê partiy. Gaye Usluer bû Serokwekîla Giştî û Berdevka Partiyê. Her wiha 13 kes jî wê şêwirmendiya Muharrem Ince bikin.

Li Parlamonteyo xwedî 3 parlamenteran e

Mehmet Ali Çelebi, Huseyin Avni Aksoy û Ozcan Ozeyê 3 parlamenterên ku ji CHPê îstîfa kiribûn beşdarî partiya Muharrem Ince bûn û bûn alîkarê serokê giştî yê partiyê. Bi vî awayî partiya ku nû hat damezrandin li Parlamentoya Tirkiyê bi 3 parlamenteran bê temsîlkirin. Her wiha Mehmet Ali Çelebi bû berdevkê parlamentoyê yê partiyê.

Nêrîna wan a ji bo “Pirsa Kurd”

Partiya Memleketê di bernameya xwe da xwe wek “Demokratên Komarparêz” pênase dike.

Di bernameya 195 rûpelî de carekê tenê peyva Kurd derbas dibe û wek “Pirsa Kurd” cih digre (Rûpela 148an). Di beşa “Aştiya Civakî de” tê gotin:

“Em ê meseleya ku ji aliyê hin derdoran ve wek Pirsa Rojhilat û Başûrê Rojhilatê, Pirsa Terorê yan jî wek Pirsa Kurd tê binavkirin, di çarçoveya çand û dîroka me ya hevpar, yekîtî, aramî û yekparebûna neteweyî da bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin.”

Her wiha di bernameya partiyê de tê destnîşan kirin;

- “Em baş dizanin ku bêkarî, belengazî, bêxwedîtî, cudakarî, têkilî pê nekerin û dîkekirin çavkaniyên herî mezin ên terorê ne.

- Ji loma jî em ê sîstema siyasî ya ku tu kes ji ber nasnameyên xwe yên nîjadî, mezhebî û olî neyên cudakirin ava bikin.

- Em ê polîtîkayên berberîkirin û cudakariyê ku dibin sedema bêaramiya civakê red bikin û em ê meyla xwe bidin ser pirsgirêkên civakî ku wan çareser bikin.

- Em ê girîngiyê bidin lihevkirina civakî. Em ê qîmetê bidin nêrîna civaka sivîl û raya giştî.

- Em ê mafê destûra bingehîn a her hemwelatiyên me mîsoger bikin. Di proseyên destserkirin, lêpirsîn, darizandin û girtinê da wê prose li gorî mafên mirovan û rûmeta mirovan birêve biçe. Em ê jinûve baweriya bi daraz, hiqûq û dewletê saz bikin.”

- Em ê sifir toleransê bidin îşkence, miameleya xirab, cudakarî û sûcên nefretê.”

Lîsteya Lijneya Rêveberiya Navendî

Mevlüt Dudu

Mert Ünlü

Serkan Ufuk Akgün

Nejat Elaldı

Ali Rıza Büyükuslu

İpek Özkal Sayan

Serkan İleri

Çiğdem Bayraktar Ör

Fatih Pala

Özgün Öztunç

Asuman Ali Güven

Burak Savtur

Süleyman Ergüner