Li Tirkiyê 233 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 233 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 45 hezar û 419 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 233 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 45 hezar û 419 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 19ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 11 hezar û 553 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 902 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 151 hezar û 38 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 9 hezar û 271 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 980 hezar û 516 kesan.