Encûmena Wezîran biryara rêxistinkirina dahatên giştî û du projeyasayan pesend kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di beşa yekem a kombûnê de behsa mekanîzmeya bicihanîna madeya 5em a yasaya çaksaziyê ya hejmar 2 a sala 2020 hat kirin û ku taybet bû bi rêkxistina dermalan li ber ronahiya yasayên karpêkirî bi awayekî ku divê dermaleyên pêwîst parastî bin û dadwerî di xerckirina dermalan de hebe û li gora yasayên karpêkirî bê cibicikirin.
Beşa duyemê karnameya kombûnê, taybet bû bi pêşkêşkirina dahatên navxwe û rola wezaretên taybet bi pêşxistin û bêrêxistinkirina dahatên navxweyî yên Herêmê û astê pabendbûna wezaretan û pêdaçûnên fermî ya xizmetguzariyan.
Piştre, Encûmena Wezîran herdu projeyasaya sererastkirina yasaya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê û projeyasaya hilberîn û hawerdekirina berhemanên çandiniyê pesend kirin.