WHO ji zêdebûna cûreyên Koronayê nîgeran e

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji leza belavbûna cûreyên nû yên vîrusa Koronayê (Covid-19) li welatên Ewropayê nîgeran e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji leza belavbûna cûreyên nû yên vîrusa Koronayê (Covid-19) li welatên Ewropayê nîgeran e û diyar dike ku ew ditirsin vîrus weke li Hindistanê belav bû, li Ewropayê jî wisa belav bibe.

Rêveberê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî yê li Ewropayê Hans Kluge diyar kir; cûreya nû ya vîrusê ku derketiye, ji cûreyên din gelek bileztir belav dibe û heta ku zêdetirî %70yê xelkê vaksîn wernegirin, pandemiya Koronayê dê her bimîne.

Hans Kluge destnîşan kir: “Ez ji belavbûna vîrusa nû û cûreyên wê yên guherî, gelek nîgeran im. Çimkî em dizanin ku cûreya B1617 ji B117 gelek bileztir belav dibe, ango ji vîrusên din ên guherî gelek bileztir belav dibe û zêde dibe.”

Kluge herwiha diyar kir: “Pandemî dê her bimîne heta ku herîkêm %70yê xelkê vaksînê bi temamî bigrin.”