PAKê êrîşa li ser avahiya HDPê li Îzmîrê şermezar kir

PAK: Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan, bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrîşa li ser avahiya HDPê ya li bajarê Îzmîrê hatiye kirin şermezar kir û ragihand, “Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan, bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê derbarê êrîşa li ser avahiya HDPê li Izmîrê û kuştina karmendeke HDPê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de belav bûye, îro (17.06.2021) kesekî bi çek avêtîye ser avahiya Şaxa Îzmîrê ya HDPyê, xebatkareke HDPyê yê bi navê Deniz Poyraz bi guleyan kuştîye û agir berdaye avahiyê.”

Di daxuyaniya PAKê de hat, “Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan, bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin.”

Herwiha PAK dibêje: “Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji sîyaset û gotarên xwe yêndijminane yên li dijî Kurdan, berdin û divê demildest hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê got: “Em vê êrîşa ku li ser Teşkîlata Îzmîrê ya HDPyê hatîye kirin, ew kesê êrîşkar û yên li pişta wî şermezar dikin. Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyraz re, ji hemû rêveber û endamên HDPyê re dixwazin.”