Li Urmiyê otobusa rojnamevanan wergeriya

2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê, otobusa rojnamevanên Îranê wergeriya û herî kêm 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Îro danê sibê otobusa rojnamevanên Îranê, ku bo amadekirina raportan li ser xebatên vejandina gola Urmiyê bi taybet tunela Kanî Sêvê, çûbûn parêzgeha Urmiyê, li nêzîkî bajarê Neqedê yê Rojhilatê Kurdistanê wergeriya.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de 2 rojnamevan, ku her du jin bûn, canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan rojnamevan bûn.

Tunela Kanî Sêvê ava bendava Kanî Sêvê li bajarê Pîranşarê vediguheze gola Urmiyê ji bo gol ji zuwabûnê rizgar bibe.

Dirêjiya wê tunelê 36 km e û derdora kîlometrekê maye xilas bibe