WHO: Vîrusa Delta ya Koronayê li 85 welatan belav bûye

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; li 85 welatan cûreya Delta ya vîrusa Koronayê belav bûye û sedema wê jî nedadperwerdiya dabeşkirina vaksîna Koronayê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; li 85 welatan cûreya Delta ya vîrusa Koronayê belav bûye û sedema wê jî nedadperwerdiya dabeşkirina vaksîna Koronayê ye.

Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhonam diyar kir: “Welatên ku vaksîn gihiştiye wan û bi kar anîne, niha rewşa wan asayî dibe, li hember wan hinekwelat ji ber tunebûna vaksîna pêwîst, ketine rewşeke giran a tendirustiyê.”

Tedros Adhonam eşkere kir: “Delta ji cûreyên din ên vîrusa Koronayê bileztir belav dibe. Vîrusa Delta li 85 welatan heye û li welatên ku helmeta vaksînê tê de sist e, gelek bilez belav dibe.”

Adhonam destnîşan kir: “Kêşe ew e ku vaksîn bi awayekî wekhev nagihîje destê her kesî. Welatên ku vaksîn wergirtine, rewşa welatê wan û aboriya wan asayî dibe û welatên ku vaksîna pêwîst negihîştiye wan, rûbirûyî rewşeke gelek dijwar bûne, ev rastiyek e.”