Îtalyayê xwe dafa Austryayê derbas kir

Piştî dirêjkirina dema yariyê, Îtalyayê bi encama 2-1 bi ser hilbijardeya Austryayê ket û derbasî qonaxa çarîka fînalê bû.
Îtalya
Îtalya

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îtalya xwe ji dafa Austryayê xilas kir û piştî dirêjkirina dema yariyê, bi encama 2-1 bi ser ket û derbasî qonaxa çarîka fînalê bû.

Di qonaxa 16 a UEFA EURO 2020 de şeva borî hilbijardeya Îtalyayê bi encama 2-1 bi ser hilbijardeya Austryayê ket û derbasî qonaxa çarîka fînalê bû.

Piştî ku dema orjînal a yariyê bê gol bi dawî bû, her du hilbijarde du demên zêde lîstin. Yarîzanê Îtalî Federico Chiesa di kêlîka pêncemîn a nîva yekem de welatê xwe bi golekê danî pêş, piştre jî Matteo Pessina gola duyem a Îtalyayê di kêlîka dawiyê ya nîva yekem tomar kir.

Yarîzanê Austryayê Sasa Kalajdzic yekem gol di vê qehremaniyê de di tora hilbijardeya Îtalyayê de tomar kir.

Bi vê serkeftinê, Îtalya roja Îna bê dê di çarîka fînalê de rastî hilbijardeya serkeftî ji Belcîka û Portugalê û Çek were.