Li Îranê pêla pêncem a Koronayê belav dibe

Pêla pêncem a vîrusa Koronayê (Covi-19) li Îranê belav bûye û li Tehran û 91 bajarên din ên Îranê rewşa sor hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla pêncem a vîrusa Koronayê (Covi-19) li Îranê belav bûye û li Tehran û 91 bajarên din ên Îranê rewşa sor hat ragihandin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Îranê heta niha 92 bajaran rewşa sor, 183 bajaran rewşa narincî ragihandine û 173 bajar jî di rewşa zer de ne.

Cîgirê Parêzgarê Tehranê ragihand; seranserê parêzgeha Tehranê ketiye rewşa sor, ji îro şûnde zêdetirî %70 karmendên vê parêzgehê divê bi rêya online li saziyan karê xwe bikin û tenê %30 karmend li cihên karê xwe amade bin.

Li başûrê Îranê û bi taybetî li parêzgeha Sîstan û Belûcîstan ji ber zêdebûna hejmara pêketî û qurbaniyan nîgeranî çêbûye û behsa îhtimala rûdana karesateke mirovî tê kirin.

Li aliyê din, li gor amaran li navendên tendirustiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 demjimêran de 503 welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 8 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Piraniya amarên pêketî û qurbaniyan li Urmiyê ye ku di 24 demjimêrên borî de 262 kesên din pê ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Sineyê, 67 kes bi Koronayê ketine û du kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Kirmaşanê jî 53 kes pê ketine û du kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li parêzgeha Îlamê jî ku parêzgeha herî biçûk a Rojhilatê Kurdistanê ye di nava 24 demjimêran de 91 kesên din bi Koronayê ketine û li bajarê Mêhranê rewşa sor hatiye ragihandin.