Îngiltra piştî 55 salan digihe qonaxa nîv-fînala UEFA EURO

Hilbijardeya Îngiltrayê bi encama 4-0 bi ser hilbijardeya Ukraynayê ket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îngiltrayê gaveke girîng ber bi bidestxistina cama UEFA EURO 2020 avêt, piştî ku di qonaxa Çarîk-fînalê de bi ser Hilbijardeya Ukrayneyê ket.

Hilbijardeya Îngiltrayê şeva borî di qonaxa Çarîk-fînalê de li stadiuma Olimpico li Roma rûbirûyî hilbijardeya Ukraynayê bû û bi encama 4-0 bi ser ket.

Yarîzan Harry Kane di xuleka 4 û 50 de du gol tomar kirin, herwiha Harry Maguire di xuleka 46 û Jordan Henderson di xuleka 63 de du golên din tomar kirin.

Bi serkeftinê, hilbijardeya Îngiltrayê di qonaxa nîv-fînalê de dê rûbirûyî hilbijardeya Denmarkê bibe.

Ji sala 1966an ve, ev yekem car e Îngiltra di digihe qonaxa nîv-fînala UEFA EURO lê vê carê û li gor şarezayan, şansê wê zêde ye ku nasnavê vê qehremaniyê bi dest bixe. Yariya fînalê jî li Stadiuma Wembley li bakurê Londonê ye.