Messi Argentîna gihand nîv-fînala Kopaya Amerîka

Lionel Messi ku golek tomar kir û du golên din jî çêkirin, hejmara golên xwe kirin 4 gol.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Argentîna bi serkêşiya Lionel Messi bi ser Ecuadorê ket û derbasî nîv-fînala Kopaya Amerîkayê bû. Hilbijardeya Argentîna di qonaxa çarîk-fînala Kopa Amerîka de îro bi encama 3-0 bi ser hilbijardeya Ecuadorê ket.

Golên Argentînayê di xuleka 40, 84 û 90+3 de bi riya Rodrigo de Paul, Lautaro Martínez û Lionel Messi hatin tomarkirin.

Lionel Messi ku golek tomar kir û du golên din jî çêkirin, hejmara golên xwe kirin 4 gol, heta niha bûye yekem golkarê vê qehremaniyê.

Bi vê serkeftinê, Argentîna dê qonaxa nîv-fînalê de rûbirûyî Colombia bibe.

Li aliyê din û di heman qonaxa nîv-fînala Kopaya Amerîka de, hilbijardeya Brazîlê sibe rûbirûyî hilbijardeya Peru dibe.

hilbijardeya Argentîna bi gavên çespandî ber bi fînalê diçe û armanca wê ew e, ji piştî sala 1993an ve cara yekem nasnavê Kapaya Amerîka bi dest bixe.