Argentina bi ser Brazîlê ket û nasnava Kopaya Amerîka hilgirt

Bi vê serkeftinê, Argentîna nasnava 15emîn a Kopayê û ya yekemîn ji sala 1993an ve hilgirt.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Argentîna di fînala Kopaya Amerîka de bi encama 1-0 bi ser hilbijardeya Brazîlê ket û nasnava qehremaniyê hilgirt.

Hilbijardeya Argentîna û Brazîlê di fînala Kopaya Amerîka de îro berbangê li stadiuma Maracana ya li bajarê Rio de Janeiro rûbirûyî hev bûn û Argentîna bi encama 1-0 bi ser ket.

Gola tekane ya yariyê bi riya Angel De Maria di xuleka 22 de hat tomarkirin.

Bi vê serkeftinê, Argentîna nasnava 15emîn a Kopayê û ya yekemîn ji sala 1993an ve hilgirt.

Herwiha ev nasnava yekem e ku Lionel Messi bi hilbijardeya welatê xwe re bi dest dixe.

Messi wek stêreke geş di Kopaya Amerîka de hat zanîn ku di vê çapê de 4 gol tomar kiribûn û 5 gol jî amade kiribûn.