Li Konyayê derbarê kuştina malbata Kurd de 10 kes hatin desteserkirin

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji bo zelalkirina bûyera kuştina malbata Kurd, wekîlekî Dozgerê Komarî û 3 dozgerên Komarî hatine erkdarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Konya yê Tirkiyê derbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd de, 10 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji bo zelalkirina bûyera kuştina malbata Kurd, wekîlekî Dozgerê Komarî û 3 dozgerên Komarî hatine erkdarkirin.

Serdozgeriya Komarî ragihand ku di çarçova lêkolîna derbarê kuştina wê malbata Kurd de 10 kes hatine desteserkirin.

Herwiha Serdozgeriyê diyar kir ku xebatên wan ên ji bo girtina kujerê wê malbatê berdewam dikin.

Li aliyê din otopsiya destpêkê ya 7 endamên malbata Kurd temam bû û li gor rapora otopsiyê, ew 7 kes bi 19 guleyan hatine kuştin.

Parêzerê malbata Kurd Abdurrahman Karabulut jî ragihand ku li gor zanyariyên dozger bi wan dane, di tomarên kamerayên çavdêriyê de kesek diyar e ku êriş pêk aniye û “peywendiya wî li gel wan kesan hebûye ku berî niha êrişî malbata Kurd kiribûn.”

Herwiha cenazeyên Yaşar Dedeogullari yê 65 salî, Serap Dedeogullari ya 36 salî, Serpîl Dedeogullari ya 32 salî, Sîbel Dedeogullari ya 30 salî , Îpek Dedeogullari, Metîn Dedeogullari yê 45 salî û Bariş Dedeogullari yê 35 salî, dê îro piştî nîvro li Goristana Karatay Saraçoglu ya li Konyayê bi axê bên spartin.

Duh 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê komekê ku berê xwe wek nijadperestên tirk dane nasandin ji malbatê re gotine; “Em ulkucî ango nijadperestên tirk in û em we li wan deveran nadin jiyandin” û êrîşî malbatê kirine û di wê êrîşê de 3 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştre jî mal şewitandine.