Lille ji bo cara yekem bû Supera Fransyayê

Tîma Lille
Tîma Lille

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Lille li ser hesabê Paris Saint-Germain ji bo cara yekem bû Supera Fransyayê.

Duhî li Stadiuma Bloomfield a Tel Avîvê li Îsraîlê yariya Kopaya Supera Fransayê di navbera Lille û PSG de hate lîstin û Lille bi encama 1-0 bi ser PSG ket û ji bo cara yekem di dîroka xwe de vê nasnavê bi dest dixe.

Gola tekane ya Lille di xuleka 45 de bi riya Miguel Angel Silva hat tomarkirin.
 Gelek stêrkên Paris Saint-Germain ji ber beşdariya di Kopaya America û Euro 2020 de, wek Neymar da Silva û Kylian Mbappe beşdarî vê yariyê nebûn.