Firansa riya Misrê di nîv-fînala topa destan a Olîmpiyada Tokyoyê de birî
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Fransayê ya topa destan riya hilbijardeya Misrê di qonaxa nîv-fînala Olîmpiyada Tokyoyê de birî.
Di qonaxa nîv-fînala Olîmpiyada Tokyoyê de, Hilbijardeya Fransayê ya topa destan bi encama 27 – 23 bi ser hilbijardeya Misrê ket û gihîşt fînalê.
Piştî ku nîvê yekem ê yariyê bi encama 13 – 13 bi dawî bû, lê Hilbijardeya Fransayê rîtma lîstika xwe di nîvê duyem de bilind kir û encama lîstikê li berjewediya xwe bi dawî kir.
Hilbijardeya Fransayê dê di yariya fînalê de rûbirûyî serkeftiya ji Îspanya û Denmarkê bibe. Hilbijardeya Misrê jî dê li ser medelyaya bronzî bilîze.
Hilbijardeya Misrê ya topa destan, yekem hilbijardeya Erebî û Efrîqî ye ku di yariyên olompî de digihe vê qonaxê.
Misr di qonaxa çarîk-fînalê de bi encama 31 – 26 bi ser hilbijardeya Almanyayê ketibû.