"Destkeftên li Herêma Kurdistanê bi rêberiya Serok Barzanî pêk hatine"

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Herêma Kurdistanê Ebdulla Seîd Weysî li Erebistana Siûdî beşdarî Korbenda Lêvegerên Olî yên Iraqê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Herêma Kurdistanê Ebdulla Seîd Weysî ragihand, hemû destkeftên li Herêma Kurdistanê yên di warê pêkvejiyan û lêborînê bi dest hatine, sedema wan vedigere hebûna serkirdeyekî wek cenabê Serok Barzanî.

Li Siûdiyê Korbenda Lêvegerên Olî yên Iraqê destpê kir, Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Herêma Kurdistanê Ebdulla Seîd Weysî jî tê de beşdarî bû.

Ev korbend ji aliyê Besta Cîhana Îslamî hat birêkxistin û kesayetên olî û mezhebî yên Iraqê tê de başdar bûn. Di rûniştina vekirina korbendê de, her yek ji Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Herêma Kurdistanê tê de beşdar bûn.

Mela Ebdulla Seîd Weysî di gotarekê de ragihand, “Iraq di dîroka mirovahiyê de, bi welatê şaristanî, zanist, zanayan, dahênan nivîsîn û xwendinê, pîşesazî û çandiniyê navdar bû. Herwiha bi welatê pêxemberan naskirî bû û navenda xîlafeta Îslamî bû.”

Herwiha got: “Ev wêraniya bi ser Iraqê de hatiye, sedema wê ne xelkê Iraqê ye, belkû siyaseta şaş û berjewendiyên welatên bihêz û herêmî ye ku berjewendiya wan di belavkirina kuştin, koçberkirin û lawazkirina Iraqê de hene.”

Li ser rola zanayên Herêma Kurdistanê jî Mela Ebdulla diyar kir: “Zanayên Îslamê li Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina her rêyeke xêrê di pêşbaziyê de ne û amade ne ji bo her peywireke xêr û qenciya giştî.

Mela Ebdullah eşkere kir; tiştê ku Herêma Kurdistanê ji aliyê avakirina madî û mirovî ve hiştiye pêş bikeve û bibe çavkaniya xêr û qenciyê ji bo her kesî, bi îzna Xwedayê mezin û piştre bi hebûna serkirdetiyeke siyasî ya zana û rênima û arasteyên cenabê Serok Barzanî û rola zanayên ola Îslamê ye.