Siûd Mela: Koçkirina Prof. Kinyaz ziyaneke mezin ji tevaya gelê Kurd re ye

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya koça dawiyê ya Prof. Kinyaz Îbrahim Mirzoyev peyameke sersaxiyê belav kir.
Prof. Kinyaz Îbrahîm
Prof. Kinyaz Îbrahîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya koça dawiyê ya Prof. Kinyaz Îbrahîm Mirzoyev peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand, koçkirina Prof. Kinyaz ziyaneke mezin ji tevaya gelê Kurd re ye.

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm duhî ji ber nexweşiya Koronayê li nexweşxaneya bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawiyê kiribû.

Peyama Sekreterê PDK-Sê:

Bo Civaka Kurdên Sovyeta berê û Civaka Kurdên Qazaxistanê û malbata Prof. Kinyaz Îbrahim Mirzoyev

Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Serokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, niştîmanperwerê xudan şan, Prof. Kinyaz Mirzoyev bihîst, bêguman koça wî ziyaneke mezin e ji tevaya gelê kurd re.

Em behîdariya we û malbat û tevaya hevalên wî dikin. Bila serê we sax be, cihê wî buhişta berîn be.

Em beşdarê xema we ne.

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya Siûd Mela

Qamişlo 08. 08. 2021