Bijîşkên Sînornenas hişyariya ji kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê dide

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas: Bakurê rojhilatê Sûriyê rastî dijwartirîn krîza avê hatiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Bijîşkên Sînornenas hişyariya ji kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê dide û dibêje jiyana xelkê di metirsiyê de ye.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas di raportekê de belav kir, bakurê rojhilatê Sûriyê rastî dijwartirîn krîza avê hatiye û kêmbûna avê gihîştiye asteke gelekî metirsîdar.

Berpirsê Hişyariya Tendirustî ya wê rêxistinê li bakur û rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Mixlac got: “Em bi berdewamî rastî bandorên ava nepak tên. Kêmbûna avê nexweşî û pirsgirêkên tendirustiyê jî ji kampan re tîne.”

Diyar kir jî, kêmbûna avê di demekê de ye, vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde di nava xelkê de belav dibe ku tedbîrên bingehîn ên paqijiyê ji bo pêşîgirtin û xweparêziya ji vîrûsê asteng dike.

Li gor rêxistinê jî, kêmbûna piştevaniya darayî bûye sedema têkçûna rewşê ku li seranserî Sûriyê tenê ji sedî 4 ji budceya bersivdana mirovî ji bo xizmetên avê û paqijiyê tên xerckirin, ev jî biqasî sêyeka budceya ku sala borî hatiye xerckirin e.

Rêxistina Sînornenas hişyarî da û got, ji ber kêmbûna avê jiyana xelkê di metirsiyê de ye. Daxwaz ji welatên piştevaniyê dikin kir jî, di zûtirîn dem de alîkariya darayî pêşkêş bikin, ji bo ew bikarin avê û xizmetên pêwîst ji xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê bikin.