Baroya Diyarbekirê: Li Tirkiyê mafên penaberan tên binpêkirin

Komisyona Mafên Penaberan ya Baroya Diyabekire, bi rapora ku li ser 39 penaberên li Çinar a navçeya Diyarbekirê hatibûn desteserkirin, ragihand.
Baroya Diyarbekirê, wêne: K24
Baroya Diyarbekirê, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Komisyona Mafên Penaberan ya Baroya Diyabekire, bi rapora ku li ser 39 penaberên li Çinar a navçeya Diyarbekirê hatibûn desteserkirin, ragihand û di raporê de bal hat kişandin ku mafên penaberan tune tên hesibandin û zagon û peymanên hatine îmzekirin jî tên binpêkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren bal kişand ku ji ber şer û aloziyên li Rojhilata Navîn, mijara penaberan jî bûye kêşeyeke navneteweyî û divê êdî ne bi hesab û berjewendiyên siyasî, bi helwesteke mirovî mijara penaberan bê çareserkirin.

Serokê Komisyona Mafên Penaberan yê Diyarbekirê Bawer Mizrak da zanîn ku 39 penaber li Çinar a navçeya Diyarbekirê di 19’ê Îlonê hatine desteserkirin, lê ti mafekî wan yê penaberî li ber çav nehatiye girtin û li gel ku 15 ji wan zarok in, 2 ji wan jî berasteng in jî biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn.

Mizrak destnîşan kir ku li gor peymanên mafên penaberan, zarok û berasteng nabe ku bên dersînorkirin û loma jî divê li Tirkiyê di serî de mafên penaberan bê cîbicîkirin.