800 kesên biyanî çavdêriya hilbijartinên Iraqê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Yaybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê radigihîne, 800 kesên biyanî çavdêriya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikin.
Nûnera Yaybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert aşkere kir, 800 kesên biyanî çavdêriya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikin.
Plasschaert ev hilbijartin bi girîng û destpêka riyeke dûr û dirêj ji bo Iraqiyan pênase kir û hêvî xwast proseya dengdanê bi pakî û bê pirsgirêk birêve biçe.
Ji bo vegotina girîngiya hilbijartinê Plasschaert roja Şemiyê serdana Basra û Nasiriyê kir. Li her du bajaran jî bi rayedarên herêmî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kirin.