Mark Zuckerber ji ber jikarketina Facebookê 6.6 milyar dolar zirar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniyên Facebook û Whatsapp di du twîtên cuda de jikarketina aplîkasyonên xwe ji hemû cîhanê re ragihandin û yek ji wan daxwaza lêborînê xwest û ya din jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebitin.
Torên civakî yên Facebook, Whatsapp û Instagram vê êvarê ji ber kêşeyekê li DNS, ji kar ketin.
Li gor kovara Forbes, di nava 4 demjimêrên borî de ji ber jikarketina platformên wî, xwediyê Facebook, Instagram û Whatsappê Mark Zuckerber 6 milyar û 600 milyon dolar zirar kir û di rêzbenda milyarderên cîhanê de dakete rêza şeşem.