12 welatên Ewropayê sînorên xwe têlbend dikin

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand; piştevaniya darayî ji bo têlbendkirina sînorên navbera welatên Ewropayê nake.

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand; piştevaniya darayî ji bo têlbendkirina sînorên navbera welatên Ewropayê nake, ku 12 welat di nav wan de Lîtwanya û Awusturya (Nemsa) li ser vê mijarê daxwaza xwe pêşkêş kiribûn.

Ursula von der Leyen diyar kir ku di Lûtkeya 27 a Civîna Wezîrên Navxwe yên Ewropayê de hat daxwazkirin ku navbera welatên Ewropayê were têlbendkirin, lê belê ew bi awayekî zelal radigihîne ku piştevaniya darayî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ji bo vê mijarê nayê pêşkêşkirin.

Bi mebesta rêgirtina li derbasbûna koçberên neyasayî, Lîtwanya sînorên xwe yên ligel Belarusê têlbend kirine.

Serokê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda li Brukselê ragihand; proseya têlbendkiriina sînorên navbera welatên Ewropayê ji bo vê qonaxê girîng e.

Li hember wî, Şêwirmendê nû yê Awusturyayê Alexander Schallenberg ragihand; eger Lîtwanya sînorên xwe têlbend bike, divê hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi piştevaniya darayî beşdar bibin.

12 wezîrên navxwe yên welatên Ewropayê (Awusturya, Bulgarya, Qibris, Danîmark, Estonya, Yewnanistan, Macaristan, Lîtwanya, Latîvya, Polanda, Çek û Slovakya) di nameyekê de bo Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, daxwaz kirin ku piştevaniya darayî ji bo çêkirina têlbend di sînoran de were pêşkêşkirin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di bersiva nameyê de ragihand; welatên Ewropayê dikarin di navbera sînorên xwe de têlbend çêbikin, lê belê li ser pereyê Komîsyona Ewropayê ev çênabe û ev mijareke cuda ye.

Polandayê jî dest bi têlbendkirina sînorên xwe yên ligel welatên derdora xwe kiriye ji bo rêgirtina li derbasbûna koçber û penaberên neyasayî.