Barcelona Koeman dûr xist û pêwendiyê bi cihgirê wî re dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona piştî ku li hember Rayo Vallecano (0-1) têk çû rahênerê xwe yê Hollandî Ronald Koeman bi fermî ji kar hat dûr xist.
Barcelona li hejmara xwe ya fermî li ser Twitterê daxuyaniyeke kurt weşand û ragihand, Barcelonayê Ronald Koeman ji erkê rahêneriya tîma yekem derxist.
Barcelona şeva borî di gera 11emîn a La Ligayê de li hember Rayo Vallecano bi encama (0-1) têk çû, hefteya borî jî li hember Real Madrid “Clasico” jî (1-2) têk çûbû.
Piştî lîstika şeva borî Ronald Koeman di konferansa rojnamevanî de ragihand, “"Lîstikên me yên dikarin golan tomar bikin wek Aguero û Depay golan hene, ji ber vê yekê ez nikarim giliyê ji tîmê bikim.”
Koeman got jî: “Ez nizanim ku pêşeroja min bi tîma Barcelona re di metirsiyê de ye, yan na.”
Bi vê encamê, bîlançoya Barcelonayê li cem 15 pûanên rawestiya û di rêza nehemîn a La Ligayê cih digire.
Ji aliyekî din ve, rojnamevanê navdar û pisporê veguhestina lîstikvan û rahênerên futbolê, Fabricio Romano da zanîn, Barcelona bi niyaz e li şûna Koeman, efsaneya xwe û rahênerê niha yê tîma Al-Sadd a Qeterî Xavi Hernandez destnîşan bike.
Romano li twittera xwe nivîsî, “Rêveberiya Barcelona ji çend hefteyan ve pêwendiyê bi Xavi Hernandez re dike. Xavi jî dixwaze rahêneriya Barcelona bike.”