Zanîngeha Îdirê li ser hestiyê ku di kolanê de derket lêkolînê dike

Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalek hatiye dîtin ku nêzîkî metereyekê dirêj e û diranên wî tûj in.
Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin
Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalek hatiye dîtin ku nêzîkî metereyekê dirêj e û diranên wî tûj in. Îskeletê ku hatiye dîtin têk neçûye û dema karkeran li nav bexçeyê kargeheke kevin kar dikirin, dîtine.

Li gor nûçeya AAyê, hîn jî cûreyê vî ajalê kovî nehatiye zanîn, mamosteyên Zanîngeha Îdirê li Nevanda Lêkolîna Cûreyên Biyolojiyê ji bo destnîşankirina cûreyê vî ajalî dest bi lêkolînan kirine.

Mamosteya Zanîngeha Îdirê Belkis Muca Yigit diyar kiriye ku ew mijûlî lêkolînan dibin da ku cûreyê wî ajalî destnîşan bikin.

Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalek hatiye dîtin
Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin

Belkis Muca Yigit gotiye: “Weke beşa lêkolînên biyolojiyê ya Zanîngeha Îdirê em giringiyê bi vê mijarê didin. Em niha materyalan werdigirin û piştî lêkolînan hewl didin cûreyê wî ajalî destnîşan bikin û encaman rabigihînin. Em hewl didin ku ev materyal di muzexaneyê de bên parastin.”

Xwediyê kargehê Yusuf Kitay jî ragihandiye: “Ev kargeheke ku 30-40 salî berî niha hatiye çêkirin û gelek cihên wê hene ku nedihatin bikaranîn. Dema karkerên min li ciheke bexçeyê wê kolan, ew îskelet dîtin. Dirêjiya wî bala me kişand, lingên wî gelekî dirêj in û neynokên wî hene û diranên wî tûj in. me aliyên peywendîdar agahdar kirine. Ew dê lêkolînan li ser bikin, em jî dixwazin bizanin çi ye. Em bi hêvî ne ku ev yek sûdê bigihîne zanistê.”

Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin
Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin

Îdir yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye û hevsînor e ligel Ermenistan û Azerbaycanê. Ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve jî hevsînor e ligel Îranê. Di warê ajaldarî û çandiniyê de yek ji parêzgehên girîng ên Bakurê Kurdistanê tê dîtin.

Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin
Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê îskeletê ajalekî cuda hatiye dîtin