Li Efrînê 3 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 21ê Mijdarê welatiyê bi navê Mihemed Sîdo Necar ji bajarokê Cindirêsê revand.

Destnîşan kir jî, Mihemed Sîdo Necar pêştir endamê Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê bû û bêyî ku ti tometek arasteyî wî were kirin, hatiye reavndin.

Wê rêxistinê da zanîn jî, çekdarên grûpa Lîwaya El-Weqas roja 19ê Mijdarê Şêrhad Zeîm Hiso û Ferhedîn Îbrahîm ji gundê Hêkiçê yê ser bi Cindirêsê ve revandin.

Diyar kir jî, çekdaran li hember berdana her yek ji wan, daxwaza 10 teneke zeytê zeytûnan ji malbatên wan kiriye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.