Silêman Oso: Me bi Balyozê Amerîkayê re rewşa Deriyê Sêmalka gotûbêj kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Balyozê Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê civiyan.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso

Hewlêr (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso diyar kir ku ENKSê bi Balyozê Amerîkayê re rewşa Deriyê Sêmalka gotûbêj kiriye.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Balyozê Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê civiyan û binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve û kiryarên wan yên bûne sedema girtina deriyê Pêşabûrê gotûbêj kirin.

Silêman Oso beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û hûrgiliyên civîna ENKSê ya ligel Balyozê Amerîkayê eşkere kir.

Oso li mebesta civînê diyar kir: “Me xwest, em êş û azarên miletê xwe bigihînin Balyozê Amerîkayê, rewşa aborî, rewşa ewlehiyê, astengiyên ku miletê me tê re derbas bidin, me xwest em bigihînin Amerîkayê.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso eşkere kir: “Rewşa din a gelek balkêş bû ji bo min, rewşa Deriyê Sêmalka bû, ku encama êrîşa Ciwanên Şoreşger, bû sedema wê yekê ku aliyê Kurdistanê derî bigre, me ji wan xwest ku çareseriyekê ji bo vê mijarê re bibînin.”

Silêman Oso destnîşan kir: “Balyozê Amerîkayê got 'em li ser vê mijarê dixebitin, me herdu alî dîtine, aliyê Kurdistanê dîtiye û aliyê PYD û îdareya wê jî dîtiye, em ji wan re dibêjin ku divê ev îxtîlaf nebin sedem ku derî li ber miletê we were girtin.”