Hikûmetê ji bo wergerandina pirtûkên Kurdî bo zimanên cîhanê budceyek terxan kir

Ji bo cîbicîkirina projeya wergerandina pirtûkên Kurdî bo zimanên zindî yên cîhanê budceyek hat terxankirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser terxankirina budceyekê bo wergerandina pirtûkên Kurdî bo zimanên cîhanê, rizamendî nîşan da.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi warê ferheng û wergerandina pirtûkên Kurdî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser terxankirina budceyekê rizamendî nîşan da.

Herwiha eşkere kir ku ji bo cîbicîkirina projeya wergerandina pirtûkên Kurdî bo zimanên zindî yên cîhanê, bi qasî 522 milyon dînar budce hat terxankirin.