Li Stenbolê bo hilbijartina dersa Kurdî broşûr li xelkê hatin belavkirin

Huda-Par, Hak-Par, Partiya Dahatû banga perwerdehiya zimanê Kurdî kirin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê bi pêşengiya Hereketa Zimanê Kurdî kempenyeya banga hilbijartina dersa Kurdî ya li dibistanên Tirkiyeyê bi rê ve çû. Xemxurên zimanê Kurdî bi mebesta hilbijartina waneya Kurdî kolan bi kolan geriyan broşûr li xelkê belav kirin da ku welatî bên agahdarkirin. Siyasetmedarên HAKPAR, HUDAPAR û Partiya Dahatû jî beşdarî kempenyayê bûn û ragihandin divê zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdehî û fermî.

Li ser banga Hereketa Zimanê Kurdî li Stenbolê gelek rayedarên partiyên siyasî yên cuda û grûbek xemxurên zimanê Kurdî bi mebesta hilbijartina dersa Kurdî li dibistanên Tirkiyeyê hatin cem hev û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina dersa Kurdî.

Koordînatorê Giştî yê Hereketa Zimanê Kurdî Fevzî Bulgan amaje kir ji bo ahagdarkirina xelkê ew bi hezaran broşur/belavok amade kirine û heta 7ê Sibatê li gelek navçeyên Stenbolê kempanyaya bo Kurdî dê bidomînin.

Fevzî Bulgan got: “Em dawa li zimanê xwe dikin, dawa li Kurdî dikin û dixwazin zarokên me bila dersa Kurdî hilbijêrin. Ev kampanyaya îsal me bi berfirehî bi piştgiriya gelek dezgehên sivîl û civakî daye destpêkirin bo sala bê û salên din dê tesîreke baş li xelkê bike û hişmendiyeke cidî di nava xelkê me de dê çêbibe. Heta 7ê Sibatê wek fermî serlêdanên hilbijartina Kurdî diqede lê xebatên me bo Kurdî heta mirinê dê bidome.”

Rêvebir û siyasetmedarên Partiya Dahatû, HAK PAR, HUDA PAR, Hereketa Azadî û hin weşanxaneyên Kurdî jî beşdarî kempanyaya bo zimanê Kurdî bûn û amaje kirin divê zimanê Kurdî bibe zimanê zikmakî yê perwerdehî û fermî.

Cîgirê Serokê Partiya Dahatû yê Şaxa Fatîh a Stenbol Mahmut Çayir: “Şerm e ku em di sala 2022an de hê jî nîqaşa li ser zimanê Kurdî dikin. Bêguman em piştgiriya perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê Kurdî dikin. Li nexweşxaneyên li Tirkiyeyê bi Erebî û Îngilizî xizmet tê dayîn, baş e, çima ji bo kesên tenê Kurdî dizanin bi taybet bo pîr û kalan wergêrên Kurdî tune? Li balafiran ku bi gelek zimanan agahî tên dayîn çima Kurdî jî nayê dayîn. Divê hemû qedexeyên li ser ziman û perwerdehiyê bên rakirin.”

Serokê HAKPAR ê Şaxa Stenbolê Mistefa Aytaş: “Em dixwazin zimanê dayikê bila bibe zimanê fermî. Heta ku zimanê dayikê bibe zimanê fermî têkoşîna me dê berdewam bike.”

Rêvebirê HUDA PAR ê Şaxa Bajarê Stenbolê Tahir Kizmaz: “Em dibêjin zimanê Kurdî jî weke zimanê Tirkî li Tirkiyê bibe zimanê fermî yê duyemîn û bibe yê perwerdehiyê. Çi astengiyên li ser zimanê Kurdî hebin divê hemû rabin.”

Xemxurên zimanê Kurdî ji bo zêdetir zarok dersa Kurdî hilbijêrin li Fatîha Stenbolê broşur û belavok li xelkê belavkirin û welatiyan der barê mijarê de agahdar kirin.

Aktîvîsta Zimanê Kurdî Gulê Can Ronahî: “Ez weke dayikek Kurd, weke jinikek Kurd bang li malbatan dikim ku bila zarokên wan dersa Kurdî hilbijêrin. Rast e, gaveke biçûk e lê gaveke baş û erênî ye. Hin malbat ditirsin bila netirsin. Ev tişteke qanûnî ye, di bernameya Wezareta Perwerdehiyê de cîh digire. Bila her kes here vî mafê xwe yê yasayî bi kar bîne da ku ji deste me naçe û em zêdetir pê bi pêş kevin.”

Heta 7ê Sibatê serlêdanên bo hilbijartina dersa Kurdî dê berdewam bike. Heta wê rojê jî xebat û kempanyaya bo zimanê Kurdî ji hêla saziyên sivîl ve dê bidome.