Amarên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihandin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniyek de ragihand, di 24 demjimêrên borî kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 132 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Li hemberê 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37870 kesan, ji wan 2529 kes baş bûne û 1530 kesan jî canê xwe ji dest dane.