Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihandin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniyek de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 14 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 3 kesan jî bi vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38117 kesan, ji wan jî 1536 kesan jî canê xwe ji dest dane.