Li Tirkiyê 86 hezar û 70 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 271 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 22yê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 86 hezar û 70 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 271 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 98 hezar û 199 kes baş bûne.