Li Diyarbekirê şerê çekdarî: 2 kuştî û 8 birîndar

Ji ber nelihevkirina li ser zeviyan di navbera 2 malbatan de şer û pevçûn derket.

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Çinar a Diyarbekirê, ji ber nelihevkirina li ser zeviyan di navbera 2 malbatan de şer û pevçûn derket, heta niha 2 kesan canê xwe jidest dane, 8 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên ku parêzgariya Diyarbekirê ragihandiye, li gundekî ser bi navçeya Çinar a Diyarbekirê ve, di navbera 2 malbatan de ku xizmên hev in, ji ber erd û zeviyan alozî derketiye û 2 malbatan bi çêk êrişî hev kirine.

Di encama şer û pevçûnê de 10 kes birîndar bûne û 2 kesan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.

Parêzgariyê ragihandiye ku ji bo tawanbarên kujer û birîndaran bên girtin lêkolîn û lêgerîn dane destpêkirin.