Li Herêma Kurdistanê 528 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 528 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 528 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  528 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 166 kes li Hewlêrê, 142 kes li Silêmaniyê, 203 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1197 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 507 kes li Hewlêrê, 122 kes li Silêmaniyê, 546 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 431833

Mirin: 7377

Başbûn: 415541

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.